PeyamaKurd – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî Civîna Konseya TBByê ya li Enqereyê derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da.
Çend xalên ji axaftina Îmamoglu wiha ne:
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, gavên ku ji bo welat ji pêvajoya demokratîk dûr bixe nirxand û got, “Ev gavên ku ji hiqûqê tên avêtin welatê me ji demokrasiyê dûr dixe. Yên ku welat bi rê ve dibin, eger bên hilbijartin îradeya gel dihesibînin, lê dema ku neyên hilbijartin, qeyûm tayîn dikin. Encamên van biryaran ne tenê siyasî ne, di heman demê de dibe sedema şikestina aboriya me. Hewldanên ciwanan tên paşguhkirin.”
"Em rast dibînin ku bi îradeya siyasî re hevdîtinê bikin"
Îmamoglu anî ziman ku daxwaza wan a hevdîtinê bi darazê re nîne û got, "Em niha rasttir dibînin ku bi îradeya siyasî re hevdîtin bikin." Îmamoglu destnîşan kir ku ew ji bo hawirdoreke adil têdikoşin û wiha got: "Ez ji bo ku miletê me li dijî bêhiqûqî û mêtingeriyê di hawîrdoreke adil de bijî, têdikoşim."
Îmamoglû got, “Qeyûm tê tayînkirin, wêneyek bê şerm tê kişandin û weke ku karekî gelekî girîng hatiye kirin, ji çapemeniyê re tê pêşkêşkirin. Ji bo ku polîsên min li hemberî raya giştî bixin nava tevgerê. Çima hûn polîsên me û welatiyan tînin hemberî hev. Tiştên ku hûn ê ji wan şerm bikin nekin. Bihêlin endamên meclîsê erka xwe pêk bînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin