PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokê Dewleta Îmaratê Enwer Gargaş, derbarê ewlehiya Tengava Hurmizê de got ku di serdema piştî şer de, bawerî bi ti biryar û rêziknameyên yekalî yên Îranê nayê.
Gargaş diyar kir ku ji bo parastina aboriya gerdûnî û îstîkrara herêmê, divê azadiya seyrûseferê ya li vê dergeha stratejîk ne di destê dewletekê de, lê di bin garantiya hiqûqa navneteweyî de be.
Gargaş bal kişand ser êrîşên dawî yên Îranê yên li dijî welatên cîran û ev helwesta Tehranê wekî "êrîşkariya bêrehm" pênase kir.
Hêjayî gotinê ye, Îmarat bawer dike ku îradeya hevpar a navneteweyî bingeha herî sereke ya ewlehiya deryayî ye. Ji ber vê yekê, peymanên ku tenê ji aliyê Îranê ve tên amadekirin, ji bo ewlehiya trafîka behrê ya li Tengavê ne bes in û nabe ku wekî çavkaniya pêbaweriyê werin dîtin.