PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî (IMO) Arsenio Dominguez, îro 13ê Nîsana 2026an bertek nîşanî girtina Tengava Hurmizê û dorpêça deryayî ya Amerîkayê da.
Dominguez diyar kir ku li gorî qanûnên navneteweyî, tu dewlet nikare rê li ber azadiya çûnûhatina deryayî bigire an jî ewlehiya tengavên navneteweyî bixe xetereyê. Dominguez destnîşan kir ku azadiya gerîna keştiyan li vê xala krîtîk ji bo bazirganiya cîhanî mîsogeriyeke hiqûqî ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev hişyariya IMOyê piştî ku Washingtonê, ji ber binketina muzakereyên Îslamabadê, dorpêçeke deryayî li ser benderên Îranê ragihand hate dayîn. Ji aliyê din ve, Îranê jî ji destpêka şerê bi Amerîka û Îsraîlê re (28ê Sibatê), wekî bersivekê Tengava Hurmizê li ber keştiyên bazirganiyê girtibû. Ev rewşa ku hem dorpêça Amerîkayê hem jî girtina tengavê ji aliyê Îranê ve dihewîne, bûye sedema krîzeke hiqûqî û aborî ya kûr di asta navneteweyî de.