PeyamaKurd – Bi serpreştiya Îngîltere û Fransayê bi tevlîbûna zêdeyê 30 welatan civîna plankirina leşkerî hat kirin. Piştî şer, ji bo Hurmiz bi awayekî ewle vebe û dewam bike, li ser bijarteya hêza wezîfedarkirî ya pirnetewe rawestiyan.
Hat ragihandin ku Îngîltere balafirên xwe yên şer yên RAF Typhoonê ku li Qatarê hatine bicîhkirin, pêşniyar kir ku balafir ji bo wezîfa dewriyê ya ser Hurmizê bikarbînin.
Ewrûpa, niha xwe ji bo rewşa piştî qedandina şerê navbera DYA û Îranê dest bi amadekariyan kir. Li gelek deverên dinyayê piştî şeran hêzên aştiyê bi taybetî yên Neteweyên Yekgirtî tên bicîhkirin da qaîdeyên peymanê bimeşin.
Îngîltere, her weha behsa mayînên ku Îranê di Hurmizê de bicîh kiriye, kir, ji bo rakirina wan an îmhakirina wan pêşniyar kir ku dronên mayînan îmha dikin yên bin avê (İHA yên bin avê) û pisporên noqavê bişîne deverê.
Heya niha biryarê nedane ku keştiya şer ya Îngîltere ya bi navê HMS Dragon an firqeteynekî dinê dê bişînin herêmê an neşînin, biryara dawiyê nedane.
Balafirên şer yên îngîltere yên ji bo Hurmizê hatin pêşniyarkirin yên RAF Typhoon, niha 8 ji wan li Qatarê ne. Di dewamiya şer de, balafirên navborî li Kendavê ji bo parastina welatên hevkar rola aktif kirine û li lêdana dronên kamikaze yên Shahed (Şahid) de, bikar anîbûn.
Nehat ragihandin bê di civînê de nûnerê Amerîkayê hebû an na. Lê îngîltere û Framnsa ragihandin ku wê nikaribin bi zorê Hurmizê vekin.