PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer, ji bo bergiriya li Qatarê xwurt bike ragihand ku 4 balafirên din jî yên Typhoon dê bişîne Qatarê.
Starmer, di civîna dawiyê ya li ser Rojhilata Navîn de ragihand ku Îngîltere biryarê daye wê tevlî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên ser Îranê nebe û li pişt biryara xwe ye.
Starmer got ku rêya tekane ew e ku ji bo Îran dest ji armanca xwe ya nuklerî berde, di rêya muzakereyan de çareseriyê bibînin û weha dewam kir:
“ Bi vê sedemê, min biryarê da ku tevlî êrîşên ser Îranê yên ji aliyê Amerîka û Îsraîlê de tên kirin, em nebin. Ev biryar bi zanîn hat dayîn. Welew zorê bidin ser me jî, em ê bi qaîde û ananeyên Îngîltere ve, girêdayê bimînin û li gor berjewendiyên Îngîltere tevbigerin.”
Starmer got ku bersivê didin daxwazên alîkariyê yên hevparên li Kendavê û got ku wê 4 balafirên din yên şer dê bişîne Qatarê da destekê bidin operasyonên bergiriyê yên li Qatarê û herêmê.
Starmer ragihand ku ji bo dronan bixînin, wê helîkopterên Wildcat sibê bigihên Girava Kibrisê û keştiya HMS Dragonê li Derya Sipî bicîh bikin. Îngîltere îznê daye DYA da karibe baregehên wan yên li herêmê bikarbîne. Starmer li ser gotinên Trump ku gotibû Starmer Chuchil nîne got:
“Pêwendiyên me yên taybet dewam dikin. Di mijara bicîhkirina li baregehên me, em bi Amerîkayiyan re dixebitin. DYA û Îngîltere li baregehên hevpar bo Amerîkayiyan û Îngîlîzan biparêzin, weka her gavê 24 seet îstîxbaratê bi hevre parve dikin. Têkiliya taybet ev e.”