PeyamaKurd – Îngîltere tevgerekî balkêş kir û biryarê da ku balafirên şer û sîstema drone sawaran bişîne Hurmizê. Rayedarên Îngîltere bi sedema çûnûhata keştiyên bazirganî û bi sedema parastina hevkarên xwe yên li herêmê, keştiyên şer, jetên Eurofighter Typhoon dronên paqijkirina mayînan û sîstemên drone sawaran dê bişîne herêmê.
Keştiya şer ya bi navê HMS Dragon berê xwe daye herêmê. Ji bo paqijkirina mayînan û sîstemên drone swaran Îngîltere 115 milyon sterlin fonê veqetand.
Wezareta bergiriya Îngîltere ragihand ku ji bo ewlehiya Hurmizê, van sewqiyatan dike Hurmizê.
Wezretê ragihand ku civînekî bi hinek welatan re kirine, ji 40 welatan zêdetir welat tevlî civîna online bûne û serpereştiya civînê Îngîltere û Fransa kirine û kesên tevlî civînê bûne wezîrên bergiriya welatan e.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku keştiya bi navê HMS Dragon ya şer ku di Derya Sipî de dimîne, ber bi Tengava Hurmizê de şandine.
Wezîrê bergiriya Îngîltere John Healey ragihand ku Îngîltere rola pêşîvaniyê ya ewlehiya Hurmizê girtiye ser xwe, ji bo parastina berjewendiyên xwe yên herêmê dê teknolojiyên nûh bikarbîne. Wezîr Healey got:
“Ev veberhênan ji bo gihandina keştiyên bazirganî xwurt bikin û bandora şer ji ser mirovên welatê xwe sivik bikin, sozekî xwurt e.”
Tê gotin ku li herêmê, niha di ser hezarî de leşkerên Îngîltere hene û piştî şerê ser Îranê, tevgerên leşkerî zêde bûne.
Rêvebiriya Londonê berê jî balafirên şer, sîstemên bergiriya hewayî, helîkopterên çavdêriyê, helîkopterên drone sawaran û sîstema îmhakirina mayînan şandibûn herêmê.