PeyamaKurd - Li Îranê 466 kes bi hinceta ku li ser medyaya civakî çalakiyên ji bo xapandina raya giştî û gefên li ser ewlehiyê meşandine hatin binçavkirin.
Rêveberiya Îranê bi hinceta "ewlehiya giştî" tedbîrên xwe li hemberî çalakiyên înternetê tundtir kirin.
Polîsê Îranê diyar kir ku Amerîka û Îsraîl ji bo bêîstîqrarkirina navxweya welat, ji komên muxalif sûd werdigire û di encama lêpirsînên di vê çarçoveyê de jî 466 kes hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên hatine binçavkirin ji bo xapandina raya giştî xebat meşandine, armanca wan çêkirina tirs û fikarê di nav civakê de bûye û hewl dane rewşeke psîkolojîk a bêewlehiyê ava bikin.
Hate diyarkirin ku ew kes bi îdiaya bi "Dijmin" re hevkarî kirine hatine binçavkirin ku niha çarenivîsa wan nediyar e.