PeyamaKurd – Bijîşka Îranî ya bi navê Ayda Rustemî ku xwepêşanderên ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn birîndarkirin tedawî dikir, piştî ku 12ê Kanûnê li Ekbatanê winda bûbû bi awayekî îşkencekirî û mirî hat dîtin.
Bijîşka ciwan Ayda Rustemî ji destpêka xwepêşandanên Îranê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ve, alîkariya xwepêşanderan dikir û ew li mala xwe tedawî dikirin.
Li gorî ragihandina malpera IranWire, Rustemî alavên wê yên bijîşkî xilas bûne û 12ê Kanûnê ji mal derketiye û piştî rojekê jî termê wê hatiye dîtin.
Polîsê Îranê ji malbatê re gotiye, ew di bûyereke trafîkê de miriye, lê li gorî kesûkarên Rustemî ew ne bi qezayê miriye, li gorî şopên li ser bedena wê ew îşkenceyê hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin