Îran: Em naxwazin li herêmê dijberiyê zêde bikin lê em ji ser jî natirsin

Îran: Em naxwazin li herêmê dijberiyê zêde bikin lê em ji ser jî natirsin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçî di rêya telefonê de bi wezîrê karên derve yê Misrê bi Bedr Abdulati re axifî û got ku Îran naxwaze li herêmê dijberiyê zêde bike lê Îran ji şer jî natirse.

Arakçi, bi hemkarê xwe re li ser pêşdeçûnên herêmê axifî û got; eger Îsraîl êrîşê Îranê bike wê bi tundî û di cîh de bersivê bidin Îsraîlê.

Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Îranê; her dû wezîr li ser pêşdebirina têkiliyên her dû dewletan, pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn û bi taybetî li ser şerê Îsraîlê û Hîzbûllah-Hamasê axifîne. Alîkariya mirovî û gurkirina xebatên dîplomatîk jî mijarên her dî wezîran bûn.

Li gor wezareta Îranê; Arakçi di telefonê de behsa serdedana xwe ya Beyrûdê û Şamê kiriye û gotiye berxwedana li Lubnanê xwurte.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin