PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê ve hat ragihandin ku li dijî saziyê êrîşeke sîber hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîş ji aliyê korsanên welatekî ve hatiye kirin.
Di agahiyên ku hatin parvekirin de hat ragihandin ku li hember pêşkêşvaniya e-postaya Daîreya Enformasyon û Dîplomasiya Giştî ya Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê, êrîşa sîber hatiye kirin. Hat diyarkirin ku korsanên li welatekî biyanî çalakiyên xwe dikin, pergala e-postaya wan hack kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Ev êrîş, ji bo ku bala raya giştî bikişîne hatiye kirin û di e-postaya ku hatiye hackkirin de agahiyên giştî, teknîkî û rojane hebûn. Piştî êrîşa sîber, yekîneya agahî û teknolojiyê ya saziyê, bi awayekî bilez bergirên pêwîst danîne.
Di derbarê bûyerê de jî lêkolîn hatiye destpêkirin.”
Di rojên dawî de ji ber îdiayên ku Îran balafirên bêmirov dide Rusyayê û ev balafir di şerê Ukraynayê de tên bikaranîn, ji aliyê welatên Rojava ve bertek tên nîşandan û Îranê jî ragihand ku armanca van îdiayan, pêkutiya li ser Îranê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin