Îran: “Êrîsên li dijî Kurdistanê wê bidomin!”

Îran: “Êrîsên li dijî Kurdistanê wê bidomin!”

PeyamaKurd- Hukûmeta Îranê ragihand ku êrîşên li dijî partiyên Kurdistanê yên weke li Koyê wê dewam bikin.

Di derbarê bûyerên li dijî Başûrê Kurdistanê de, Şêwirmendê Pêşdarê Olî yê Îranî Alî Hamaney yê bi navê Huseyn Dahîkan daxuyaniyek da çapemeniya Rûsyayê û got ku li dijî partiyên Kurdistanî, êrîşên weke li Koyê wê bidomin. Êrîşên wiha, ne li dijî desthilatiya Iraqê ne.

Dahîkan wiha berdewam kir: “Em natirsin ku Hukûmeta Iraqê wê ji  ber van êrîşan aciz bibe, lewra tu eleqeya partiyên Kurdan bi gelê Iraqê re nîn in.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin