PeyamaKurd- Rayedarên Îranê, şewitandina Qurana Pîroz a li ber mizgefteke li paytexta Swêdê Stockholmê, bi tundî şermezar kir û diyar kir ku ev yek, provakasyoneke bêpîvan e û nayê qebûlkirin.
Di derbarê mijarê de ji aliyê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat gotin ku
"Bi taybetî di van rojên pîroz ên ummeta Îslamê de ku bi milyonan Misilman ji bo Hecê civiyane, dubarebûna heqaret û provakasyonên bêpîvan ên li dijî miqedesiya semawî, çalakiyeke ku nayê qebûlkirin e.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku heqaret û bêhurmetîkirina pirtûkên pîroz dibe sedema belavbûna tundî û kîn û nefretê, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kiryarên bi vî rengî li dijî nirxên mafên mirovan in.
Hat diyarkirin ku di vî warî de berpirsiyarî aîdê hikûmeta Swêdê ye û wiha hat gotin:
"Hikûmeta Îranê û gelê Îranê, ligel Misilman e û xwedî ramanên azad ên cîhanê ye û em heqareteke bi vî rengî qebûl nakin û em bi tundî şermezar dikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin