Trump: Pêşniyara Îranê nayê qebûlkirin

Trump: Pêşniyara Îranê nayê qebûlkirin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî pêşniyara ku ji hêla Îranê ve di danûstandinan de hatiye pêşkêşkirin nirxandiye û ew "nepejirandî" dîtiye.

Trump di derbarê pêşniyara 14 xalî ya ku ji hêla rêveberiya Tehranê ve bi rêya Pakistanê hatiye şandin de ji çapemeniyê re axivî.

Serok Trump got, "Min pêşniyara nû ya Îranê nirxandiye û ew ji bo min nayê qebûlkirin."

Trump diyar kir ku Îranî dixwazin peymanekê çêbikin lê ew ji pêşniyarê razî nebû û got, "Tişt hene ku ez nikarim qebûl bikim."