PeyamaKurd – Cîgirê taybet yê serokê meclisa Îranê ku ji têkiliyên navdewletî berpirse Huseyîn Emir Abdûllahiyan ragihand ku hinek kesên di kuştina zanyarê nukleerî Muhsîn Fexrîzade de cîh girtine, hatine desteserkirin. Abdullahiyan di televîzyona Îranê ya Erebî El-Alem de axifî û li ser kuştina Fexrîzade şiroveyan kir.
Abdullahiyan got ku hinek ji kujeran ji aliyê hêzên asayîşê de hatine tesbîtkirin û hatine desteserkirin. Wê paşî dezgeyên desthilatdar di mijarê de bo raya giştî mijarê ragihînin.
Zanayê nukleerî yê herî girîng yê Îranê Fexrîzade di 27 ê meha borî de li Tehranê li navçeya Demawendê di êrîşeka plankirî de hatibû kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin