Îran, kuştina Ali Laricanî Suleymanî ragihand

Îran, kuştina Ali Laricanî Suleymanî ragihand

PeyamaKurd – Sekreteriya Konseya Bilind ya Ewlehiya Îranê ragihand ku raste sekreterê giştî yê Konseyê Ali Laricanî di êrîşên Îsraîl-Amerîka de jiyana xwe ji dest daye. Di êrîşê de kurê Larîcanî, cîgirê wî û grûbekî parastvanên wî jî hatine kuştin.

Li ser rûdanê, serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan daxwuyaniyekî da û tê de got:

“Çûna Larîcani yê hezkirî, bi êş e û nexweş e. Xwîna wî bi destê rejîma herî kujer ya di dîroka mirovahiyê de, hat rêtin.”

Li aliyê dinê, artêşa Îranê ragihand ku fermandarê hêza Basicê Gulam Riza Suleymani di êrîşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor şiroveyên pisporên çapemeniya Îsraîlê; piştî kuştina Ayetullah Hamaney, kesê herî li pêş yê Îranê li ser linga digirt, Laricanî bû ku di biryaran de û ewlehiya Îranê de xwediyê erkê û gotinê bû.