Îran li ser dewlemendkirina ûranyûmê bê sînor dewam dike

Îran li ser dewlemendkirina ûranyûmê bê sînor dewam dike

PeyamaKurd – Îranê bo ûranyûmê dewlemend bike 146 zîncîrên santrifujê yên IR6 ê xiste dewrê. Fermana xistina 146 santrifujan ji aliyê serokê Îranê Hesen Rûhanî de hat dayîn ku li gor dewlemendkirina niha, 10 car zêdetir dikarin ûranyûmê dewlemend bikin.

Bi sedema 11 em salvegera Roja Teknolojiya Nukleerî ya netewî ya Îranê Hesen Rûhanî bi rêya telekonferansê tevli vekirina tesîsa nukleerî ya Natanzê ya li bajarê Esfehenê bû û ferman da, da santrîfuj bikevin dewrê. Rûhanî weha got:

“Santrşifujên nû ji yên kevin deh car zêdetir bi bereketin. Yên berê SWU bûn lê yên nû 10 SWU ne. Ji aliyê teknolojiyê de îro em dikarin 50 SWU çêbikin. Îran li gor yên berê dikarin 50-60 qat hilberînê bikin.

Em li ser soza peymana nukleerî ne. Dewletên din vê teknolojiyê di sehayên din de bikartînin. Lê em di seha sanayî, zîraetê û tibê de bikartînin. Me ji sala borî heya niha 133 projeyan xiste pratîkê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin