PeyamaKurd- Li ser weşana nûçeya rojnama Politico ya weşana xwe li Amerîkayê dike ku gotibû Tehran dixwaze tola Qasim Silêmanî bi kuştina konsolosa Amerîkayê ya Afrîka Başûr Lana Marks bikuje û tolê hilde, tewrê xwe yê fermî ragihand. Tehran red kir ku planekî wisa heye. Li ser mijarê berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Seîd Xetîbzade, babeta plankirina kuştina Lana Marksê weka ‘sîparîş, darizandina bê dadgeh û nîşandana hedefê’ binav kir. Xetîbzade got ku Îran weka endamekî berpirs yê civaka navdewletî li pey qaîdeyên dîplomasiyê dimeşe û îsbat kiriye ku bi qaîdeyên giştî ve girêdayiye. Xetîbzade weha got:
“Di salên dawiyê de rêvebiriya Amerîkayê ya niha ku li Koşka Sipî dimîne, li dijî peymanên navdewletî yekîtiya axa welatan îhlal kiriye. Amerîka di asta navdewletî de bûye rejîmekî eşqiyayan. Nûçeya di rojnama Politico de siyaseta Trumpe ku li dijî Îranê dimeşîne. Trump berya hilbijartina Amerîkayê dixwaze temamê hêza xwe bi rêya Konseya Ewlekariyê ya NH li hemberê Îranê bikarbîne. Wê di pêşde jî xebata xwe ya weha fdewam bike.”
Li ser kuştina Qasim Silêmanî serpereştê olî yê Îranê Ayetûllah Ali Hamaney gotibû ku wê ji sûcdaran tola Silêmanî hilde.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin