PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Îranê ve hat ragihandin ku ew "moşekeke balîstîk a hîpersonîk" hildiberînin ku dikare wesayîtên deryayî yên li ser avê di nav tevgerê de ne, ji nav bibin.
Di ajansa nîvfermî ya Îranê Farsê de Sererkanê Îranê General Muhammed Baqerî di axaftina xwe ya li vê merasimê ya ku li paytext Tehranê hat lidarxistin de got ku Îran moşekên balîstîk hildiberîne ku dikarin wesayîtên deryayî yên ku di tevgera rêwîtiyê de ne, têk bibin.
Baqerî da zanîn ku ceribandinên moşekê, serkeftî derbas bûne û hilberîna gelemperî dest pê kiriye û got,
"Îran, bi hilberîna van moşekan bûye yek ji sê welatên xwedî van moşekan. Ev moşeka balîstîk, 8 qatê leza deng e û menzîla wê jî 1500 kîlometre ye. Hebûna moşekeke bi vî rengî, dê li deryayên derdorê herêmeke ewlekarî ya bi dirêjahiya 1000 kîlometreyan ava bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin