Îran | Pistî Serhildana Jîna Emînî 170 rojnamevan hatine girtin

Îran | Pistî Serhildana Jîna Emînî 170 rojnamevan hatine girtin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku piştî serhildana Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên Îranê ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, li Îranê zêdetirî 170 rojnamevan ji aliyê hêzên îtilaatî û ewlehiyê ve hatine binçavkirin ku sizayê girtîgehê bi ser 21 kes ji wan rojnamevanan de hatiye sepandin.

Li gorî raporên derbarê girtin û guvaşa ser rojnamevanan de hatine belavkirin, ji wan 170 rojnamevanên binçavkirî, 24 ji wan jin bûne. Li ser 21 ji wan rojnamevanan dadgehên Îranê ji sala 2023yan ve serhev 60 sal cezayê girtîgehê sepandiye.

Herwiha 41 rojnamevan bi awayekî nedadperwerane û bê mafê hebûna parêzer, hatine dadgehkirin.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.