PeyamaKurd- Berdevkê serfermandariya artêşa Îranê tûxgeneral Ebufazl Şîkarçî got ku ew êrîşên ku wan biriye ser her dû baregehên leşkerî yên Amerîkayê ku li Iraqê ne, bes nîne û ne temamê tolhildina Qasim Silêmaniye. Şîkarçî got ku heya Amerîka ji herêmê vekişe, wê Îran li meydanê be.
Şîkarçî got ku Amerîka bi teknolojiya xwe nikaribû ber li êrîşên wan bigre û ev jî bo hevkarên Amerîkayê yên li herêmê, bila bibe ders. Şîkarçî weha got:
“Êrîşen ku îro hatin kirin ne temamê întîqamê ye. Esas întîqam wê di asteka wisa de be, wê Amerîkî her tiştên xwe bidin hev û ji herêmê herin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin