Îran: Rêveberiya derbasbûnê ket qonaxeke nû

Îran: Rêveberiya derbasbûnê ket qonaxeke nû

PeyamaKurd - Sûpaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku rêveberiya derbasbûnê di Tengava Hurmuzê re ketiye qonaxeke nû.

Di peyamekê de ku îro (În, 10ê Nîsana 2026an) li ser hesabê medyaya civakî ya X hatiye parvekirin, Hêza Deryayî ya Pasdarên Şoreşê diyar kir:

"Di van du rojên bêdengiya şer de, hem dost û hem jî dijmin fêm kirin ku rêveberiya Tengava Hurmuzê ketiye qonaxeke nû."

Doh, Pasdarên Şoreşê rêyên alternatîf li nêzî Girava Harg ragihand û diyar kir ku divê keştî ji bo derbasbûnê bi Hêza Deryayî ya Îranê re hevaheng bin.