Îran: Surprîzeke me ya mezin bo Amerîka û Îsraîlê heye

Îran: Surprîzeke me ya mezin bo Amerîka û Îsraîlê heye

PeyamaKurd - Berpirsekî ewlehiyê yê Îranê ji Ajansa Nûçeyan a Farsê re gotiye ku rêveberiya Tehranê li gorî plan û lîsteyeke diyarkirî ya armancan tevdigere û daye xuyakirin: "Surprîzeke me ya mezin ji bo Amerîka û rejîma Siyonîst heye. Tenê hinek dem lazim e."

Berpirsekî ewlehiyê yê Îranî ku ji Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nêzîkî Supaya Pasdaran re axivîye gotiye, destnîşan kir ku Tehran li gorî planan dimeşe û gefên Amerîkayê yên li ser binesaziya Îranê jî wekî pêkenîn bi nav kiriye û "nîşaneya serneketina operasyonên leşkerî yên Amerîkayê" şirove kiriye.

Rayedarê Îranî gotiye, "Me di şerê asîmetrîk de baş fêr kir ka em ê çawa dijmin biwestînin û pûç bikin."