Îran û Azerbeycan nota dan hev

Îran û Azerbeycan nota dan hev

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Azerbeycanê Ayhan Hacızade, ragihand ku ji ber Azerbeycan ber li weşanên li dijî Îranê nagire nota daye Azerbeycanê û Azerbeycan jî bi heman sedemê nota da Îranê. Hacizade nivîskî ragihand ku bi sedema Îranê nota daye Azerbeycanê, balyozê Îranê yê Bakuyê Abbas Musevi dawet kirine wezaretê.

Hacizade dibêje ku nota Îranê ya di derbarê çapemeniya Azerbeycanê de berbiçav an ku objektîve nîne û çend navên nivîsên ku Îran li dijî Azerbeycanê belavkirine, bi lîsteyekî dane balyozê Îranê. Hacizade dibêje ku li Îranê nivîs û beyanên rêvebirên Îranê yên li dijî Azerbeycanê zerarê dide têkiliyên navbera Azerbeycan û Îranê û dijberiyan bêhtir kûr dike û van tevan ji Mûsevi re gotiye.

Hazızade ragihand ku kûrbûna dijberiyên navbera her dû dewletan ji ber tewrê Îranê yê yekaliye û pêngavên bi niyeta baş yên Azerbeycanê li Îranê bê qiymet hatine qebûl kirin. Hacizade ji Musevî xwestiye ku Îran ber li weşanên nerast û yekalî yên li dijî Azerbeycanê tedbîr bistînine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin