Îran û Iraqê, li ser bipêsxistina qadên petrolê li hev kir

Îran û Iraqê, li ser bipêsxistina qadên petrolê li hev kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Petrolê ya Îranê ve hatin ragihandin, di navbera Îran û Iraqê de li ser bipêşxistina qadên hevpar ên neft û gazê peyman hatiye destnîşankirin.

Wezîrê Petrolê yê Îranê Cevad Ovci, li ser serdana xwe ya Bexdayê, ji televîzyona dewleta Îranê re axivî.

Wezîrê Îranê ragihand ku di navbera herdu welatan de peymaneke hevkariyê hatiye çêkirin.

Wezîr Ovci diyar kir ku li ser bipêşxistina qadên hevpar ên neft û gazê lihevkirinek çêbûye û wiha got: "Çêkirina boriyên gaz û petrolê û nûavakirin û nûjenkirina parzûngehên petrolê, beşeke din ji rêkeftinên di navbera herdu aliyan de ye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin