PeyamaKurd – Serokwezîr û wezîrê kar û barên derve yê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani û wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi li ser ewlehiya seferên di Hurmizê de û pirsgirêkên herêmê, di rêya telefonê de axifîn.
Her weha her dû wezîr li ser hewlên navbeynkariya Pakistanê ya di navbera DYA û Îranê de û li ser pêşdeçûnên li Lubnanê jî axifîn.
Al Sani di axaftinê de desteka xwe ya temamî ji bo çareseriya krîzê ragihand û got bi hevkariya temamê terefan dê li herêmê aramî peyda bibe.
Al Sanî gotiye ku nabe ji serbestiya seyr û sefera Hurmizê tawîzan bidin, bikaranîna Hurmizê weka derfetekî di dest de, dê krîzê kûrtir bike û berjewendiyên welatên herêmê bixe talûkê.