PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazîm Xerîbabadî ragihand ku ewlehiya Tengava Hurmizê bêyî liberçavgirtina helwest û rênimayên Îranê pêkan nîne.
Xerîbabadî destnîşan kir ku tu plan an jî rêyên alternatîf ên ku Tehranê piştguh dikin, nikarin asayîşa herêmê dabîn bikin.
Xerîbabadî di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir de bal kişand ser hevahengiya navdewletî û weha got:
"Çûnûhatina ewle ya di Tengava Hurmizê re, bi rêziknameyên nediyar, rêyên paralel an jî bi biryarên ku bêyî liberçavgirtina Îranê wekî dewleteke xwedî perav li ser vê tengavê hatine girtin, nayê misogerkirin."
Cîgirê Wezîrê Îranî mîkanîzmaya ewlehiyê ya guncav, şertên welatê xwe bi vî rengî rêz kirin:
Çarçoveyeke ewle û pêbawer a ji bo çûnûhatina deryayî, tenê bi hevahengî û koordînasyona rasterast a li gel Îranê dikare ava bibe.
Divê biryar li ser bingeha bendên pargrafa 5emîn a Peymana Mutabakatê ya ku li Îslamabadê hatibû îmzekirin, werin meşandin.
Xerîbabadî hişyariyeke zelal da aliyên navdewletî û destnîşan kir ku eger ev merc neyên bicîkirin, encam dê rawestandina wan rêyên paralel bin ên ku ji bo derbaskirina keştiyan hatine diyarkirin.
Ev daxuyaniya tund a Tehranê nîşan dide ku tevî pirosesa valakirina keştiyên asêmayî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, Îran dixwaze kontrola xwe ya stratejîk a li ser Tengava Hurmizê bi ser hemû aliyan de bide qebûlkirin.