PeyamaKurd- Rêveberiya bender û deryayî ya Îranê ragihand ku keştiya petrolê ya bi navê "Richmond Voyager" a bi ala Behamayê de bi hinceta ku li kendava Farsê bi keştiyeke Îranî ya 7 kesan li hev qelibîn, biryara derxistinê hat dayîn.
Hêza deryayî ya Amerîkayê duh ragihandibû ku Îran hewil dide li navçeyên stratejîk ên Tengava Hurmuzê dest deyne ser 2 tankerên petrolê û yek ji wan tankeran jî gulebaran kir.
Dezgeha bender û deryayî ya Îranê îro ragihand ku wan biryara desteserkirina keştiya petrolê ya bi navê “Richmond Voyager” ku ala Behamayê ye û ji aliyê kompaniya Chevron a Amerîkayê ya enerjiyê ve tê birêvebirin, derxistiye.
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de di derbarê mijarê de hat destnîşankirin di bûyera ku di 4ê Tîrmehê de li Kendava Farsê qewimî de 5 jê giran, 5 kes birîndar bûn û hat diyarkirin ku xwediyê keştiya Îranê ya ku zirareke mezin dîtiye serî li meqamên edlî daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin