Îranê careke din gef xwarin "Emê Tengava Hurmuzê bigrin"

Îranê careke din gef xwarin "Emê Tengava Hurmuzê bigrin"

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Meclisa Îranê Elî Mutehherî ragihand ku heke Amerîka ambargoyê li ser îxracata nefta Îranê deyne, ewê jî Tengava Hurmuzê ya ku stratejîk e bigrin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Meclisa Îranê ICANAyê Alîkarê Serokê Meclisê Mutehherî got li hember gefxwarina Amerîkayê ya ku dibêje mueyîde wê bên kirin sekna Serokkomar Hesen Ruhanî rast e.

Mutehherî got li herêmê Amerîka ji bo şer ne amade ye û wiha axivî: "Li hember gefxwarinên Amerîkayê ya ji bo îxracata nefta Îranê emê jî Tengava Hurmuzê bigrin."

Serokkomar Hesen Ruhanî hefta borî li Swîsreyê bi Îraniyan re civiyabû û di wê civînê da bertek nîşanî Amerîkayê dabû û gotibû: "Rêvebiriya Amerîkayê gotiye 'Emê destûrê nedin Îran damleyek jî neftê îxrac bike'. Ev tê wê meneyê ku nefta hemû herêmê wê neyê îxrackirin. Heke nefta Îranê neyê îxrackirin, ma mumkin e nefta herêmê bê îxrackirin?"

Ev gotinên Ruhanî hatibû meneya tehdîdê ku Tengava Hurmuzê wê ji bazirganiya neftê re bê girtin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Bîll Urban li ser gefxwarina Îranê ya girtina Tengava Hurmuzê ewê jî ji bo parastina bazirganiya neftê hêzên eskerî bi kar bînin.

Piştî daxuyaniya Ruhanî Fermandarên Hêza Qudsê yê Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û Îsmaîl Kevserî jî daxuyanî dabûn ku ew piştgiriyê didin Ruhanî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin