Îranê deriyê sînor yên ber bi Iraqê va girtin

Îranê deriyê sînor yên ber bi Iraqê va girtin

PeyamaKurd - Îranê piştî êrîşa serê sibê di merasima meşa eskerî da hatibû kirin herdu deriyên sînor yên Iraqê ji bo demeke berwext girtin.

Li gor nûçeyên ku li medyaya Iraqê derketin, Îranê piştî êrîşa serê sibê deriyê Şelamçeya li Besrayê û Eş Şîbaya li Meysanê girtin.

Di nûçeyê da hat gotin ku rayedaran li deriyên sînor dijî êrîşên nû tedbîrên berfireh hildane û herdu derî ji bona demeke berwext girtin.

Di êrîşa li bajarê Ehwazê di merasima eskerî da hat kirin da 29 kes hatin kuştin û 60 kes jî birîndar bûne.

Remezan Şerîfê Berdevkê Mihafizên Şoreşê yên Îranê destnîşan kiribû ku êrîşa li bajarê Ehwazê rêxistina El Ehwaziyeyê kiriye. Şerîf îdia kir ku Erebistana Siûdî piştgiriyê dide vê komê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin