Îranê dest bi êrîşên nû yên bi dron û moşekan li ser welatên Kendavê kirin

 Îranê dest bi êrîşên nû yên bi dron û moşekan li ser welatên Kendavê kirin

PeyamaKurd - Piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê, îro sibê li dijî Qeter, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (ÎM), Kuweyt û Behrêynê êrîşên bi dron û moşekan hatin destpêkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a AAyê, li Dohaya paytexta Qeterê, di derdora saet 03:15an de bi dema herêmî asta gefê hat bilindkirin û hişyariyên awarte ji telefonên desta re hatin şandin. Çend deqeyan şûnda, ji pergalên parastinê yên ku moşekên ji Îranê girtine teqîn hatin bihîstin. Piştî nêzîkî 12 heta 13 teqînan, di nav 15 deqeyan de asta gefê dîsa hat kêmkirin û hat ragihandin ku xeter hatiye rakirin.

Wezareta Parastinê ya Qeterê diyar kir ku hêzên çekdar êrîşeke moşekan a ku welat hedef digire asteng kirine.

Li gorî agahiyên ku ji hêla Wezareta Karên Hundir a Behrêynê ve hatine parvekirin, di êrîşeke bi droneyan a li ser herêma Sitra ya li başûrê paytext Manamayê de herî kêm 32 welatî, di nav de zarok jî hebûn, birîndar bûn.

Li ÎMRê, di saetên şev û sibê de çalakiyeke dijwar hebû. Wezareta Parastinê ragihand ku pergalên parastina hewayî bersiva gefên moşek û dronên ji Îranê dane.

Herwiha, li herêma pîşesaziya petrolê ya Fuceyrayê ji ber bermahiyên droneke têkçûyî agir derket.

Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragihand ku Îranê di şevê de êrîşeke nû ya bi moşek û droneyan pêk aniye, lê êrîş ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatiye paşve xistin.

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji hin karmendên xwe û endamên malbatên wan xwest ku di zûtirîn dem de ji Erebistana Siûdî derkevin.