PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê rageşiya li gel Tehranê daxuyaniyên tund dan û diyar kir ku her çend Îranê planeke nû pêşkêş kiribe jî, Washington ji mercên niha ne razî ye. Trump destnîşan kir ku heta armancên wan neyên cih, ew ê paşve gav neavêjin.
Plana Îranê û helwesta Washingtonê
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Floridayê ragihand ku Îranê bi rêya Pakistanê planeke ji 3 xalan pêkhatî ji bo rawestandina şer şandiye, lê wî bi bîr xist ku Washington van mercan qebûl nake. Plana Tehranê; vekirina Tengava Hurmizê, rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê û paşxistina nîqaşên atomî dihewîne. Trump tekez kir ku "egereke vekirî" ji bo destpêkirina êrîşên nû heye û got: "Em rê nadin Îran bibe xwedî çekên atomî û naxwazin ev pirsgirêk ji bo salên din bimîne." Her wiha Trump diyar kir ku ambargoyên li ser Îranê pir bi bandor in û artêşa Îranê derbeke wisa xwariye ku ji bo nûkirina xwe pêdiviya wê bi 20 salî heye.
Krîza enerjiyê û mîsyona navbeynkariyê
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî jî ragihand ku wan bi navbeynkariya Pakistanê "top avetiye qada Amerîkayê" û niha biryar di destê Washingtonê de ye ku yan dîplomasiyê yan jî rûbirûbûnê hilbijêre. Tevî ku çar hefte ne operasyonên leşkerî yên mezin hatine rawestandin, neîmzekirina peymaneke fermî bûye sedema krîzeke giran a enerjiyê li seranserê cîhanê. Trump diyar kir ku ew ê plana Îranê lêkolîn bike, lê bi guman nêzîkî naveroka wê dibe, ji ber ku Amerîka dixwaze di qonaxa yekem de mijara çekên atomî were çareserkirin.