PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump gotibû dê îşev bi tundî li Îranê bixin lê niha fermana êrîşan rawestand. Tehranê jî gotibû eger Amerîka êrîş bike wê ji berê dijwartir bersivê bidin. Trump got:
“Di encama hevdîtinên ku hatin kirin de, min êrîşên îşev bihatina kirin betal kir.”
Trump, ji bo sedema rawestandina êrîşan got ku bi hevkarên herêmê re hevdîtinên dîplomasiyê meşandine û operasyonan rawestandiye. Trump weha got:
“Hevdîtinên bi Îranê re hatin kirin, encama wan gihaye serokatiya Îranê ya asta herî bilind û hatine erêkirin. Li ser vê rastiyê, min jî weka serokê DYAyê bombebaran û êrîşên ku dê îşev bihatina kirin, min betal kir.”
Hevdîtin û noqteyên nîhaî, hem bi têgihîştin û hem bi hûrahiyan ve, DYA, Îsraîl, Erebistana Saûdiyê, Îmarat, Qatar, Tirkiye, Pakistan, Bahreyn, Kuweyt, Urdin, Misir û welatên din hemû biryarê erê kirine. Ablûka deryayî, heya ev pêvajo temam bibe, dê bi temamê hêza xwe dewam bike. Ciyê îmzayê û wextê wê dê di nêz de bê ragihandin.