Xoşnaw: Derî vekirî ne, têra 6 mehan yedeka xurekê heye

Xoşnaw: Derî vekirî ne, têra 6 mehan yedeka xurekê heye

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serdana bazara bajêr kir û piştrastî da welatiyan ku sînorên Herêma Kurdistanê vekirî ne û li komgehan herî kêm ji bo 6 mehan yedeka xurekê heye.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 3yê Adarê piştî gera li nav bazara bajêr, di civîneke rojnamevanî de ragihand, tevî rewşa awarte ya herêmê, bazar di bin kontrolê de ye û pêwîst nake ku welatî nîgeran bin.

Xoşnaw got, nûçeyên derbarê girtina sînoran de ne rast in û wiha pê de çû: "Tenê sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de girtî ye. Lê belê divê welatî bizanibin ku %85ê kelûpel û pêdiviyên xurekê ji sînorên din (Tirkiye û Iraqê) tên û hawerdekirina wan bi awayekî asayî berdewam e."

Parêzgarê Hewlêrê bal kişand ser asta xurekê ya li komgehan û got: "Herî kêm ji bo 6 mehan pêdiviyên sereke di komgehan de amade ne. Em bawerin ev rewş heta wê demê berdewam nake, lewma daxwazê ji welatiyan dikim ku bi aramî serederiyê bikin."

Derbarê bihabûna hinek kelûpelan de, Xoşnaw ev yek bi bilindbûna nirxê dolar girêda û got, heta niha ti hewildanên qorkariyê nehatine dîtin, Herêma Kurdistanê ne aliyekî şer e û erkê hikûmetê tenê parastina ax û gelê Kurdistanê ye.