DEM: Ji bo hevkarîya hilbijartinan derîyê me vekirî ye

DEM: Ji bo hevkarîya hilbijartinan derîyê me vekirî ye

Peyama Kurd - Meclisa Partiya Demokratîk a Wekhevîya Gelan (DEM)ê biryar da ku di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de ji bo partiyên din derîyên xwe li hevkariyên hilbijartinê vekirîye.

Di daxuyaniya ku piştî civîna Meclîsa Partîyê (MP) ya DEM’ê hate weşandin de hate destnîşankirin ku pirsgirêk tenê bi dîyalogê çareser dibin û wiha hat gotin: “Em amade ne bi her alîyên ku li ser bingeha demokrasîya herêmî, lihevhatina demokratîk, siyaseta azad, mafên mirovan ên gerdûnî û polîtîkayên azadiya jinê siyasetê dimeşînin danûstandinan bikin."

DEM’ê beriya niha ji bo hilbijartinên herêmî yên Adara 2014an ragihandibû ku ew ê li her cihên ku partîya DEMê di pileya dengande di rêza yekem û duyemîn de ye ew ê bi namzetên xwe têkevîn helbijartinan.

Dihate meraqkirin gelo di hilbijartinan de bi taybetî li bajarên mezin ên wek Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û hin bajarên din ên Tirkîyeyê ku serjmêra Kurdan lê zêdeye, wê partîya DEMê bi ti alî yan partî re hevkariyê bike yan na. 

Çend roj berê Serokê Partîya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, serdana DEMê kiribû û hin peyamên veşartî yên bêhna hevkariyeke sînordar jê tê dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin