PeyamaKurd - Rêveberiya Komelgeha Deriyê Navdewletî yê Başmaxê yê sînorê Îranê raginhand ku ji bo welatî, geştiyar û bazirganan derî li ber hemû aliyan vekirî ye û tevgera geştyarî û bazirganî bi awayekî bi temamî asayî berdewam e.
Bi rêya Buroya Ragihandin û Peywendiyan a deriyê sînorî yê dikeve herêma Silêmaniyê hate ragihandin ku Başmax di amadebaşiya temamî de ye bo pêşwazîkirina ajokar, bazirgan û geştiyaran.
Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku hemû rêkarên derbasbûnê mîna rojên borî bêyî ti astengî an pirsgirêkekê tên meşandin.
Rêveberîyê bang li hemû kesên ku bi armanca geştê an jî karê bazirganiyê berê xwe didin derî kir ku ew dikarin bi rehetî û bi awayekî birêkûpêk karê xwe bikin.