PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Îranê, bi rêya daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji wezaretê bangî Balyozê Brîtanyayê yê li Tehranê hatiye kirin û di hevdîtina hatiye kirin de li ser daxuyaniyên Brîtanyayê yên li dijî xwepêşandanên li Îranê, hişyarî hatiye kirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku di xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî de Brîtanyayê daxuyaniyên ku xelkê sor bikin dane û ji ber vê yekê jî di ser balyozî re hişyariyek hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku
“Ji ber daxuyaniyên sexte û sorker ên Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ku wekî destwerdana karên navxweyî ya Îranê tên qebûlkirin, Balyozê Brîtanyayê yê Tehranê Simon Shercliff, ji bo Wezareta Karên Derve ya Îranê hatiye vexwendin û nerazîbûna Îranê, bi rêya vê hevdîtinê hatiye ragihandin.
Brîtanya, daxuyaniyên yekalî dide û di planên rêxistinên terorî yên li hember Îranê de xwedî par e. Ew ê Tehran jî vebijêrkên xwe yên di derbarê çalakiyên awarte yên Brîtanyayê de binirxîne.”
Piştî kuştina keça Kurd a Rojhilatî Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve di 17ê Îlonê de piştî merasîma binaxkirina Emînî, li gelek bajarên Îran û rojhilatê, xwepêşandan dest pê kiribûn û heta niha jî ew xwepêşandan berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin