PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve hat dayîn, rayedarên wezaretê ji bo hevdîtinê bangî Balyozê Brîtanya û Norwecê kirine û hat diyarkirin ku ev hevdîtin, ji bo hişyariyên li ser xwepêşandanên li Îranê hatiye kirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin ku hevdîtin li ser hişyarkirina BBC Fransa û Iran Internationalê hatiye kirin ku ev qenalên bi navenda xwe li Brîtanyayê ne, li dijî Îranê çalakiyan dikin û ji bo vê jî di hevdîtina bi Balyoz Simon Shercliff re hatiye kirin de bertek hatiye nîşandan.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê, di hevdîtinê de hatiye gotin ku “Ev weşanên bi vî rengî, destwerdana karên navxwe yên Îranê ne û serweriya neteweyî ya Îranê binpê dikin”
Hat ragihandin ku bangî Balyozê Norwecê yê Tehranê Sigvald Hauge jî hatiye kirin û li wezaretê ligel wî jî hevdîtinek hatiye kirin. Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hişyariya hatiye kirin de wiha hatiye gotin:
“Derbirînên Serokê Parlamentoya Norwecê, dûrî rastiyan in û ev şîroveyên bi vî rengî, tên weteya destwerdana karên navxwe yên Îranê.”
Hişyariyên ku ji aliyê wezaretê ve hatine kirin, li ser nûçe û nêzîkahiyên li dijî Îranê yên piştî bûyera kuştina keça Kurd Jîna Emînî bûne ku hîn jî li Îranê alozî berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin