Îranê du girtî, Kurdek û Azerîyek darve kirin

Îranê du girtî, Kurdek û Azerîyek darve kirin

PeyamaKurd - Dadweriya Îranê darvekirina du girtiyan, yek Kurd û yek Azerî, bi tohmeta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" ragihand.

Mîzan, ajansa nûçeyan a fermî ya girêdayî dadweriya Îranê, îro sibehê darvekirina girtiyan Nasir Bekirzade û Yaqûb Kerîmpûr ragihand.

Li gorî raporê, girtî bi tohmeta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" hatine darvekirin.

Di raporê de Mîzan hatiye gotin, "Cezayê darvekirinê yê li dijî Nasir Bekirzade û Yaqûb Kerîmpûr piştî ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye pejirandin, hatiye bicîhanîn."

Her çend hatiye gotin ku darvekirin îro sibehê pêk hatiye jî, tu agahî li ser darvekirinan li kîjan girtîgehê hatiye dayîn.

Tawanbariya sîxuriyê

Nasir Bekirzade yê 26 salî Kurdekî ji Urmiyê ye.

Şaxa 39emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî cezayê darvekirinê da Bekirzadeh, bi tohmeta "berhevkirina agahiyan li ser rayedar, kesayetên olî û deverên hesas ên wekî Natanzê û şandina wan ji derveyî Îranê".

Bekirzadeh li hember biryarê bertek nîşan da û got, "Sûcê min ê yekem Kurdbûn bû, yê duyem Sunnîbûn bû. Ez ne yê yekem im û ne jî yê dawîn im."

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Bekirzadeh di 25ê Nîsanê de ji bo Ofîsa Îdamê ya Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatiye gazîkirin û biryara dawî, ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû pejirandin, hatiye agahdarkirin.

Ew di şerê 12 rojan de hatiye desteserkirin.

Yakub Kerîmpur, ku bi eslê xwe Azerî ye û peyrewê baweriya Yarsan e, di şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de hatiye desteserkirin.

Desteya Yekem a Dadgeha Şoreşa Urmiyê bi tohmeta "sîxurî ji bo Îsraîlê" cezayê darvekirinê da Kerîmpur, biryarek ku meha borî ji aliyê Daîreya Nehemîn a Dadgeha Bilind ve hatibû piştrastkirin.

Ji destpêka Adarê ve herî kêm 21 kes li Îranê hatine îdamkirin.

Ev kes bi tohmetên wekî "xerabkirina ewlehiya neteweyî", "çalakiya çekdarî li dijî Komara Îslamî ya Îranê", û "hevkariya bi Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re" hatin darvekirin.