PeyamaKurd - Rayedarên Îranê, tenê du roj beriya bidawîbûna agirbesta bi Amerîkayê re, du girtiyên din bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê darve kirin. Hamed Valîdî yê 46 salî ku Kurdê Kirmanşanê bû û Mihemed Masûm Şahî, ji Girtîgeha Karajê hatin veguhastin û înfazkirin.
Tevî ku tu delîlên şonkî nehatin nîşandan, Ajansa Tesnîmê îdîa kir ku ev kes li Herêma Kurdistanê ji aliyê Mossadê ve hatine perwerdekirin û ji bo êrîşên li ser navendên leşkerî yên li Tehranê plan çêkirine. Ev darvekirin di demekê de ne ku Îran ji 28’ê Sibatê ve, di bin siya şer û "reşkirina dîjîtal" de, zextên li ser muxalîf û girtiyên siyasî zêde kirine.
Rêxistinên mafên mirovan, wekî Efûya Navdewletî û IHR, hişyariyê didin ku Îran darvekirinê wekî amûreke tirsandinê bi kar tîne. Li gorî raporên dawî, rêjeya darvekirinan li Îranê li gorî salên borî bi şêweyekî tirsnak zêde bûye; tenê di sala 2025’an de hezar û 639 kes hatine darvekirin.
Rêxistinên navneteweyî balê dikşînin ser wê yekê ku girtî di bin êşkenceyê de neçarî "îtirafên bi zorê" têne kirin û daxwaz dikin ku civaka navdewletî ji bo rawestandina vê pêla nû ya înfazan bikeve tevgerê. Ev rewş nîşan dide ku Îran tevî pêvajoyên dîplomatîk jî, di hundir de polîtîkayên xwe yên tund naguhere.