PeyamaKurd - Rêjîma Îranê li bajarê Kirmanê welatiyê 38 salî Elî-Sîna Mustefawî bi tohmeta encamdana êrîşên çekdarî, sîxuriya li ser navê Îsraîlê û hevkariya ligel kurekî Şahê berê yê Îranê, Riza Pehlewî, hate darvekirin.
Li gorî çapemeniya fermî ya Îranê, Mustefawî di dema êrîşên DYA û Îsraîlê de hatibû girtin û tohmetbar e ku wêne û dîmenên wan xalan tomar kirine yên ku ji aliyê Hêzên Amerîkî û Îsraîlî ve hatibûn armancgirtin.
Ji aliyê din ve, rêxistinên mafên mirovan bertek nîşanî vê darvekirinê dan û ragihandin ku Mustefawî muzîkjen û çiyager bûye.
Rêxistinan tekez kir ku sûcên li ser Mustefawî hatine barkirin bê bingeh in û îtirafên wî di bin îşkence û bi darê zorê hatine wergirtin.