PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Îranê du kes bi hincet û tohmeta "hewldana girtina ser tesîseke leşkerî û ketina depoyeke çekan" di dema xwepêşandanên meha Çileyê de, darve kirin.
Li Îranê darvekirina kesên ku bi sîxurî û têkdana aramiya welat tên tohmetbar kirin, berdewam dike. Herî dawî du xwepêşanderên meha Çileya 2026an hatin bidarvekirin.
Dadgeha Bilind ragihand ku her du kesên hatine darvekirin, di nav "serhildêrên ku hewl didan komkujiyê bikin" de bûn û armanca wan ew bû ku çek û alavên leşkerî bidizin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) eşkere kir ku navên kesên hatine darvekirin Mohammadamin Biglari û Shahin Vahedparast in.