Îranê êrîşî baregehên DYAyê yên li Kuveytê kirin

Îranê êrîşî baregehên DYAyê yên li Kuveytê kirin

PeyamaKurd - Artêşa Îranê ragihand ku wan bi dronan êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuveytê kirine.

Di daxuyaniya artêşê de hat diyar kirin ku depoyên alav û kargehên leşkerî yên li kampa El-Udayrî, gelek cihên leşkerên Amerîkayê yên li Kampa Doha û Kampa Arîfcanê hatine armancgirtin.

Wekî din hat piştrast kirin ku depoyeke mezin a cebilxaneyê û stargehên personelên leşkerî yên li baregeha Elî el-Salimê bi temamî hatine rûxandin.

Di berdewamiya daxuyaniya Artêşa Îranê de hat destnîşankirin ku tehdîd û zextên Serokê DYAyê yên beramberî wan, dê vîn û biryardariya gel û hêzên çekdar ên li hember êrîşkaran xurtir bike.

Tê nirxandin ku ev zêdebûna bersivên leşkerî yên li derdora Kuveyt û Tengava Hurmizê metirsiya kûrkirina şer û pêşxistina dorpêçên nû yên li ser rêyên stratejîk berbi asteke bilindtir ve dibe.