PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên Îranê, tevî agirbesta du hefteyî ya bi DYA’yê re, êrîşên xwe yên bi mûşek û dronan li ser baregehên partiyên kurdî yên Rojhilat li Herêma Kurdistanê berdewam kirin. Îro serê sibê baregeha Partiya Komele ya li gundê Zirguwêz a Silêmaniyê careke din bû hedefa mûşekan. Berpirsê Ragihandina Komeleyê Efşîn Dadvand diyar kir ku di vê êrîşê de zirarên canî çênebûne, lê peşmergeya bi navê Xezal Mewlan a ku di êrîşa roja Sêşemê de birîndar bûbû, îro şehîd ket.
Her wiha hat ragihandin ku dronên Îranê kampa Azadiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDP-Î) li Koyeyê jî bombebaran kirine. Ev êrîş piştî daxuyaniya Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê hatin, ku tê de daxwaz ji Bexda û Hewlêrê kiribû ku komên kurdî yên "hevkarên dijmin" ji herêmê derxin. Ji destpêka şerê DYA û Îranê di 28’ê Sibatê de, baregehên kurdî bi dehan caran rastî êrîşên tund hatine û tevî peymana ewlehiyê ya par, Tehran hîn jî van deveran wekî hedef dibîne.