Îranê gef li keştiya Amerîkî Lincoln xwar: Bikeve menzîla me, em ê lêxin

Îranê gef li keştiya Amerîkî Lincoln xwar: Bikeve menzîla me, em ê lêxin

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Deryayî yên Îranê, Kontramîral Şehram Îranî, ragihand ku keştiya balafirhilgir a Amerîkayê USS Abraham Lincoln di bin çavdêriya wan a domdar de ye. Îranî hişyarî da ku heke ev keştî nêzîkî sînorên wan bibe û bikeve nav menzîla mûşekên Îranê, dê bi awayekî giran were hedefgirtin.

“Em tevgerên dijmin dişopînin”

Li gorî nûçeya ajansa nîv-fermî ya Îranê Tesnîmê, Şehram Îranî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku hêzên wan amade ne bersiveke tund bidin hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê. Admiralê Îranî wiha got:

Performans û tevgerên filoya dijmin a Abraham Lincoln bi berdewamî têne şopandin. Hema ku bikeve nav rêza sîstemên mûşekî, ew ê bibe armanca êrîşên giran ên deryayî yên Îranê.”

Rageşiya li ser ‘Lincoln’ê berdewam dike

Ev ne cara yekem e ku keştiya USS Abraham Lincolnê dibe mijara nîqaşên leşkerî. Berdevkê Serfermandariya Giştî ya Îranê, Tûxgeneral Ebolfazl Şikarci, di 14ê Adarê de îdia kiribû ku wan ev keştî hedef girtiye û piştî lêdanê keştî ji qada operasyonê reviyaye.

Washington îdiayan red dike

Ji aliyê din ve, artêşa Amerîkayê (Pentagon) heta niha hemû îdiayên Îranê yên derbarê lêdana keştiyê de red kirine. Rayedarên Amerîkî destnîşan dikin ku daxuyaniyên Tehranê ne rast in û armanca wan tenê propagandaya şer e.

Rageşiya li Tengava Hurmizê û deryayên derdorê piştî zêdebûna operasyonên dualî gihîştiye asta herî bilind, û her du dewlet jî hêzên xwe yên deryayî di rewşa amadebaşiyê de digirin.