Îranê gef xwar: Em henekan nakin, emê tune bikin!

Îranê gef xwar: Em henekan nakin, emê tune bikin!

PeyamaKurd – Tetbîqata leşkerî ya hevbeş a Îran, Rûsya û Çînê li Kendava Uman û Okyanûsa Hindê berdewam dike û Cîgirê Sererkanê Habîbullah Seyari li ser wê tetbîqatê daxuyanî da.

Seyarî gef li hemû hêzên li dorûbera qada tetbîqatê xuya bibin xwar û got, ew dê her cure wesayîtên keşfê tune bikin û henekan nakin.

Seyarî got, “Gelek welat dixwazin bizanin bê di tetbîqatê de çi dibe, lê em henekan nakin dê her cure wesayîtên deryayî û hewayî yên keşfê bên armanckirin û me berê jî ev nîşan dabû.”

Tetbîqata leşkerî ya hevbeş a hersê welatan heta 30yê vê mehê berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin