PeyamaKurd - Di demekê de ku êrîşên giran ên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê berdewam dikin, hikûmeta Tehranê ragihand ku li dijî Rêberê Olî yê nû yê welêt, Mucteba Xamineyî hewildaneke êrîşê pêk hatiye. Hikûmetê nûçeyên derbarê “mirina Xamineyî” de red kirin û diyar kir ku ew sax e.
Rayedarên Îranî di daxuyaniyeke fermî de destnîşan kir ku piştî hewildana êrîşê, ewlehiya Mucteba Xamineyî hatiye misogerkirin û niha rewş di bin kontrolê de ye. Hat ragihandin ku nûçeyên di medyaya navneteweyî de yên derbarê mirina wî de "durist nînin".
Daxuyaniya kurê Pizişkiyan
Yûsif Pizişkiyanê kurê Serokkomarê Îranê û şêwirmendê hikûmetê, li ser hesabê xwe yê Telegramê bal kişand ser îdiayên birîndarbûna Xamineyî. Wî diyar kir ku wî agahiyên birîndarbûnê bihîstine, lê piştî ku ji hevalên wî yên nêzîk pirsî ye, jê re gotine ku “ew baş e”.
New York Times: Xamineyî birîndar bûye û di binkeyekê de ye
Berevajî daxuyaniyên fermî yên Tehranê, rojnameya Amerîkî New York Times (NYT) îdiayeke cuda anî ziman. Li gorî raporta rojnameyê, Mucteba Xamineyî di roja yekem a êrîşên Amerîka û Îsraîlê de ji lingên xwe birîndar bûye û ji hişê xwe çûye. NYTê ragihand ku Xamineyî niha di binkeyekê bi ewlehiya herî bilind de tê girtin û têkiliya wî bi cîhana derve re gelekî kêm e.
Televîzyona dewletê ya Îranê berê Mucteba Xamineyî wekî “yek ji leşkerên veteran ên şer” bi nav kiribû. Lê belê, heta niha ne ji aliyê artêşê û ne jî ji aliyê hikûmetê ve derbarê çawaniya êrîşê û hûrgiliyên birîndarbûnê de tu agahiyên zelal nehatine parvekirin.
Ev rûdan di nava rayedarên payebilind ên Îranê de bûye sedema fikarên mezin ên ewlehiyê.