Îranê, îdia red kirin: Me balafir nedane!

Îranê, îdia red kirin: Me balafir nedane!

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve li ser îdiayên ku Îran balafirên bêmirov dide Rusyayê, daxuyaniyek hat dayîn. Bi rêya daxuyaniyê ew îdia hatin redkirin û ev helwest, wekî nêzîkahiyên provakasyonî hat binavkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî, li ser îdiayên ku Îranê balafirên bêmirov dane Rusyayê, bi temamî red kirin. Kenanî van gotinan wekî gotinên ‘bêbingeh û provakatîf’ pênase kirin.

Kenanî diyar kir ku welatên Rojava, dixwazin li ser Îranê pêkutiyê bikin. Nasir Kenanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukranayê û diyar kir ku Îran alîgirê aştiyê ye û divê ev şer bi rêya dan û stendinên siyasî were çareserkirin.

Her wiha Fransa, Brîtanya û Almanyayê 2 roj beriya niha nameyek şandibû Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi rêya nameyê bang hatibû kirin ku “Biryara bi hejmara 2231ê ya Civata Ewlehiyê tê binpêkirin û divê di derbarê balafirên bêmirov ên Îranê de lêpirsîneke bêalî were destpêkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin