Îranê kuştina Wezîrê Îtlaatê piştrast kir

Îranê kuştina Wezîrê Îtlaatê piştrast kir

PeyamaKurd - Artêşa Pasdarên Îranê bi fermî kuştina Wezîrê Îtîlaatê (Besîc) yê Îranê Îsmaîl Xetîb piştrast kir.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz îro Çarşemê ragihandibû ku, Wezîrê Îtîlaatê yê Îranê Îsmaîl Xetîb di êrîşên wan ên şevê din yên li ser Tehranê de hatiye kuştin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê gotibû, artêşê destûr wergirtiye ku her gava berpirsekî payebilind ê Îranî bikeve ber çavên wê bikuje û ragihand ku, Îsraîl di lûtkeya qonaxeke çarenivîssaz de ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê herwiha kuştina Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî û hejmareke fermandarên payebilind ên leşkerî yên Îranê jî ragihandibû.