Îranê li sînorê Azerbaycan-Ermenistanê hêza leskerî bicih kir

Îranê li sînorê Azerbaycan-Ermenistanê hêza leskerî bicih kir

PeyamaKurd – Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê yê hêza bejahî Muhammed Pakpur, ragihand ku wan li bakurê rojavayê Îranê ango li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê ku şer û pevçûn didomin hêza leşkerî bicih kiriye.

Pakpur ji televizyona dewletê re ragihand, "Yekîneyên bejahî yên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê, doh dest bi çûna herêmê kirine û pêwîst bike wê hêz bê veguhestin were zêdekirin.”

Pakpur diyar kiriye ku şandina hêzê peyamek bo xelkê Îranê da bizanin pêşhatan ji nêzîk ve dişopînin û li dijî guherîna sînorên jeopolîtîk in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin