Îranê, li Sîstan û Belûcistanê 3 kesên Belûcî kuşt

Îranê, li Sîstan û Belûcistanê 3 kesên Belûcî kuşt

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Îranê li Başûrê Rojhilatê Îranê li devera Daştiari 3 zilamên Belûcî kuşt ku 2 ji wan birane. Kuştin di 3 Nîsana 2026an de qewimiye û neketiye ser çapemeniya Îranê.

Her sê zilamên Belûcî; Belal Hut (24) ji navça Koçê ye. Ji gundê Samaçê jî Ebubekir Piraşteh(27) û birayê wî Sanaullah Piraşteh (29) in.

Hêzên asayîşa Îranê dema ereba kesên kuştî ji gundê Sand Hamzeh hereket dike, hêzên asayîşê bê ji wan re tiştekî bêjin, wan gulebaran dikin. Erebe werdigere û rêwiyê ku birîndar jî dibe, ji aliyê hêzên asayîşê de tê kuştin.

Rayedarên Îranê heya niha li ser rûdanê ti agahî nedane.